Şêniyên Serêkaniyê: Em ê li berxwe bidin heya ku herêmên dagirkirî rizgar bikin

Derbarê salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê çalakiyên cuda jî hatin lidarxistin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya “Em ê bimînin û em ê vegerin” paneleke li dar xist.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Rêveberiya Tepqa û tevgerên ciwanan jî komplo û dagirkerî şermezar kirin.

Têkildarî salvegera êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî çalakîyên cuda hatin lidarxistin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê li kampa Serêkaniyê ya li taxa Telayai a Hesekê panelek lidarxistin.

Di panelê de endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo axivî û diyar kir dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê êriş pêkanîn û got,

“êrişên dewleta Tirk beşek ji komploya navneteweyî ye û hêzên navnetewî jî hevakarî ji êrişan re kirin.”

Zehra diyar kir ku dagirker li dijî sivîlên ku li Serêkaniyê mane hemû cure hovîtiyê dikin û demografya herêmê diguherînin.

Li bajarê Qamişlo şevbuhêrkeke helbestan li ser dagirkeriyê pêk hat

Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist.

Şevbuhêrk li bexçeyê navenda Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna siyasetmedar,rewşenbîr, nivîskar û helbesvanan hat li darxistin.

Rêveberiya sivîl ya Tebqayê: Sûcên dewleta Tirk berdewama komploya li dijî rêber Apo ye

Rêveberiya Sivîl û Demokratîk a Herêma Tebqa jî bi daxuyaniyekê dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer daxuyanî xwend..

Mezlûm Omer da zanîn ku armanc ji van êrişan ewe ku destkeftiyên gel û rêveberiya xweser têk bibin û gelê resen ji herêmê koçber bikin.

Omer bang li civaka navneteweyî kir ku bi erkê xwe rabin u wî li dagirkeriyê bînin.

Tevgera Ciwanan: Armanc ji komployê têkbirina projeya netewa demokratîk e

Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê jî bi wesîleya salvegera 23’an a Komploya Navneteweyî li ber avahiya xwe daxuyaniyek dan.

Ciwnan diyar kirin tevî komplo û tecrîdê jî fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bû.

Di dawiyê de hat diyar kirin ewê têkoşîna xwe ya ji bo azadkirina rêber Apo dewam bikin.

Back to top button