Artêşa Tirk bi her awayî dest avêtîye aşûrê Kurdistanê

Artêşa Tirk a dagirker bi her awayî dest avêtîye Başûrê Kurdistanê û her kirinê ji xwe re rewa dibîne. Leşkerên Tirk gundê Sîdeka yê ku du roj berê 2 ciwan jê revandibû dorpêç kirin û gundekî Kanî Masî ya bi ser Dihokê jî dan ber topan. Bavê yek ji ciwanê hatî revandin Ekrem Zikrî, Xelîl Zikrî axivî û got: ”Leşkerên Tirk bi çi heqê tên di nav axa me û zarokên me direvînin. Divê hikumeta herêmê bi erka xwe rabe.”

Dewleta Tirk a dagirker, xaka Başûrê Kurdistanê wek erd ê xwe bikartîne û her cure kiryar û binpêkirinan dike.

Êdî ne tenê bi tevgerên dagirkirina xaka Başûr, revandina welatîyên heremê, dorpêç kirina gundan û bi êrişên top û balafiran jî dagirkerîya xwe her diçe berfirehtir dike.

Piştî revandina ciwanên ji Sîdekan ê, leşkerên dagirker heman gundê ku her ciwan jê revandibûndorpêç kirin û nahêlin kesek ji malên xwe derkeve.

Yek ji ciwanê hatî revandin Ekrem Xelîl Zikrî bû.

Xelîl Zikrî: Çawa dibe ku leşkerên Tirk zarokên me li ser axa me direvînin ?

Bavê Ekrem, Xelîl Zikrî li ser revandina kurê xwe axivî û ji hikumeta heremê pirsî: ”Leşkerên Tirk bi çi heqê tên xaka me û zarokên me direvînin ?”

Xelîl Zikrî got: ”Ekrem kurê mine. Zêdan jî kur mamê mine. Ew şivanin û dema karê xwe dikirin leşkerên Tirk êrişî wan kirin. Wan jî ji ber vê yekê xwest birevin û xwe ji leşkeran xilas bikin. Ez bi wan re axivîm, lê piştre leşkerên Tirk gîhiştin wan û ew revandin.”

Zikrî di dewama axaftina xwe de bertek nîşanî hikumeta Başûrê Kurdistanê da û wiha got:

”Ti sûcê kurê min û hevalê wî nîne. Ew tenê şivan in.

Me hikumeta herêmê ji bûyerê agahdar kiriye, me serdana hêzên pêşmerge, asayîş û alîyên peywendîdar kiriye. Lê heta niha ti agahî ne gîha ye me.”

Xelîl Zikrî wiha bang li deshilata başûr kir.

“Leşkerên Tirk bi çi mafê tên xaka me û zarokê me direvînin?

Artêşa dagirker navenda gundê Hirurê yê Kanî Masî topbaran kir

Li aliyê din êriş û bomberarana artêşa Tirk a dagirker ya li başûrê Kurdistanê jî dewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker navenda gundê Hirurê ya ser bi bajarokê Kanî Masî ya girêdayî Dihokê da ber topan.

Li gorî agahîyan, artêşa Tirk 18 guleyên topan avêtine gund û zîyaneke mezin ya maddî çêbûye.

Back to top button