Çalakvan Ehmed Bêxem yê ji Rojhilatê Kurdistanê li Hewlerê hat kuştin

Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê welatiyekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Kesê ku hate qetilkirin çalakvanê Kurd Ehmed Bêxem yê bi nasnav Heval Kejwan e.

Ehmed, xelkê bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Têkildarî mirina guman a Ehmed çavkaniyên ji malbatê ragihandin, li ser bedena wî şopên êşkenceyê dîtine û diyar dikin di bin êşkenceyê de hatiye kuştin.

Malbatê daxuyand peywendiya Ehmed a bi wan re hertim hebû, lê ev 2 roj bûn agahî jê nedigirtin.

Piştî wê polîsan li malbata wî geriyaye û nûçeya kuştina Ehmed ragihandine malbatê.

Heman çavkaniyê da zanîn cenazeyê Ehmed bi lez û bez li Qeladizê spartine axê.

Gorî agahiyan hêzên ewlekariyê ji malbatê re ragihandine, ewê piştî 20 rojên din derbarê bûyerê de agahiyan parve bikin.

Ehmed Bêxem yek ji wan kesên dema seferberiya ji bo Kobanê de, hatiye Rojava û di nava refên YPG’ê de tevlî şoreşê bûye.

Back to top button