Nûnerên 31 partî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re şandin û jê xwestin ku nebin hevkarê dagirkeriya dewleta Tirk.
Di nameyê de hewldanên Tirkiyê yên kişandina NY`yê ber bi planên xwe yên dagirkirina Sûriyê û zindîkirina terorîstan hate destnîşankirin.
Partî û rêxistinan hişyarî dan ku armanca dewleta Tirk ya dagirkirinê, koçberkirina bi sed hezaran sivîlan, guhartina demogarafiya herêmê, avakirina herêmeke ewle ji bo bicihkirina çeteyên terorîst li bajar û bajarokên herêmê ye.
Di nameyê de sûcên şer yên dewleta Tirk û hevkariya wê ya bi komên çete re jî hate bibîrxistin û weha hat gotin:
“Bi vê yekê wê herêmê bikin lûtkeya terorê ku gefan li ewlehiya neteweyî, herêmî û navdewlet, bixwin.”
Sazî û rêxistinan di dawiyê de ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku sûcên şer yên dewleta Tirk rawestînin û ev bang kirin:
“Divê rewabûnê nedin planên Tirkiyê yên yekalî, da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir neke û NY`yê ber bi palên xwe yên guhartina demografiyê û kuştina sivîlan ve nekişîne. Eger herêma ewle pêwîst bike, divê di bin çavdêriya navdewletî de be û Tirkiyê beşdar nebe.”