Şehîdên Teqel Beqel di 40 rojiya xwe de hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdab a Dêrikê şehîdên komkujiya Teql Beqel ê, di çilrojiya şehadeta wan de li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Şehîd Bawer a Dêrikê bi bîr anîn.

Di merasîmê de nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Suad Mustefa axivî û diyarkir ku vîna gel xwedîderketina wan a şehîdên xwe êrişên dagirkeriyê vala derxist.

Her wiha, endamê rêveber ê Hêzên Parastina Civakê (HPC) Hisên Remedan got:

“Şehîdên komkujiya Teqel Beqel rûpeleke nû ya berxwedan û têkoşînê nivîsand, ku tevî metirsiya mezin jî wan ji bo xilaskirina birîndaran berê xwe da cihê bûyerê.”

Piştre, hevserokê YRA Dilyar Cizîrî şehîd Îsam û hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr anî û got:

“Dewleta Tirk a dagirker rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire; ji ber ku ew rastiya wê eşkere dikin, lê emê her heqîqetê eşkere bikin li ser şopa şehîdan bin,

Di dawiyê de bi navê malbatên şehîdan soza domandina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê hat dayîn.

Back to top button