Dibistana Şanoyê 3 peyamên biçûk li Qamişlo da

Di çarçoveya çalakiyên “Dibistana Şanoyê” de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo şanoyek hate pêşandan.
Listikvanên şanoyê ku piraniya wan zarok in, di wê şanoyê de gelek peyam da.

Çalakiyên “Dibistana Şanoyê” berdwam in.

Duh listikvanên Dibistana Şanoyê ku piraniya zarok in li Qamişlo şanoyek pêşanda.

Di şanoyê de zarokan peyamên wekî, feqîrtî-dewlemendî, başî-nebaşî nîşan dan.

Ev zarok de nêzî sê mehan li ser nermbûna fizîkî, deng, ziman, rewşa şanoyê tên perwerdekirin.

Asta zarokan ji her alî ve, bi taybetî ji hêla hêza kesayetiya wan û sekna wan a li ser dikê ve tê şopandin ..

Li gorî vê yekê perwerdekar projeyên mezûniyetê yên ku şano û skeç tê de hene pêşkêş dikin.

Piştî bidawîbûna şanoyê, belgeyên spasiyê ji koma şanoyê re hate dayîn.

Back to top button