Kobanê û gundên wê rastî êrişên dewleta Tirk hatin

Êrişên dewleta Tirk li ser gundê Kobanê, Şehba û Minbicê jî ranawste. Îro jî gundên van bajaran bû armanca dagirkeriya Tirk. Mala şêniyekî ji gundê Zorava yê Kobanê jî hate topbarn kirin di dîmenan tê diyar kirin bê çiqas zirar gihandiye mala wî welatî.

Li Kobanê û Şehba, ji şeva 19’ê Mijdarê ve û heta niha êrişên bi topavêjan û balafiran dewam dike..

Artêşa Tirk a dagirker gundê Zorava û Girê Ebrê yê li rojavayê bajarê Kobanê û gundê Cêşan ê li rojhilatê bajêr topbaran kirin.

Ev cihê ku topên dagirkeriya Tirk lê ketiye jî mala şêniyekî ji gundê Zorava ye,

Artêşa dagirker her wiha noqteyek hêzên Hikumeta Şamê li gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê jî topbaran kir.

Duh jî bi çekên giran gundê Koran, Şêxlera Jorîn, Xirbet Eto, Girbeno rastî êrişan hatin.

Ev dîmen jî yê gundê Qerişkê ye.

Heta navendên tenduristiyê jî ji bombebaranên dewleta Tirk bêpar nabin…

Dewleta Tirk gundên Şehbayê topbaran kirin

Li Şehba jî bê ser û ber êriş hebûn..

Gundên Kefer Naya, Bêlûniyê û Şêx Îsa yên Şehbayê hatin topbarankirin.

Duh jî artêşa Tirk a dagirker gundên Xirnêta, Hesecê û Samûqa yên herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.

Ji ber êrişan, 2 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha artêşa Tirk gundên Til Medîq, Til Cîcan û navenda Til Rifetê topbaran kirin.

Back to top button