Li Hindistanê di nava 24 saetan de 400.000 kes bi Coronayê ketin

Li Hindistanê di nava 24 saetên borî de 400 hezar kes bi vîrûsa Coronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Hindî da xuyakirin ku cara yekem e jimara pêketiyan bi vî rengî bilind dibe.

Di vê çarçoveyê de, li nexweşxaneyeke wîlayeta Gujaratê 16 pêketî û 2 perestaran ji ber vêketina agirkerî jiyana xwe ji dest da.

Li sernaserî Hindistanê jimara pêketiyên bi Coronayê gihîştiye zêdeyî 19 milyonan, jimara miriyan jî 212 hezar derbas kiriye.

Back to top button