Îro li gundewarê Dêra Zorê di êrîşa kesên nenas de, endamê meclisa Bistinê hate kuştin.
Endamê meclisa Bistinê, Mihemed Ehmed El-Esaf di encama gulebarana kesên nenas de hate kuştin.
Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê û sûcan berê xwe dan cihê bûyerê.
Hêzan li wir jî dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin.
Beriya niha li şêdadê jî ji aliyê kesne nenas ve bombe nava 4 zarokan hat avêtin û her 4 zarok jî birîndar bûn.