Li bajarê Şino yê rojhilatê Kurdistan kolberek hat kuştin

Êrîşên hêzên rejîma Îranê li dijî kolberên Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Hêzên rejîma Îranê êrîşê komek kolber kir û di encamê de kolberek hate kuştin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, îro li herêmên sînorê bajarê Şino ya parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êrişî kolberan kir.

Li gorî heman çavkaniyê di êrîşê de kolberê bi navê Secad Dalayî Mîlan ku ji gundê Mescid Luî hate kuştin.

Rejîma Îranê her dem êrîşî kolberên ji bo debara jiyana xwe vê karê zehmet û xeter dikin, dike.

Ji ber van êrîşan heta niha gelek kolber hatine kuştin.

Tenê di nava meha Gulanê de, 5 kolber hatine kuştin.

Back to top button