Tirkiye bi avakirina bareghan dagirkeriya xwe kûrtir dike

Dewleta Tirk a dagirker bi avakirina baregehan dagirkeriya xwe ya li herêmê kur dike. Yek ji van baregehên sereke jî baregeha leşkerî ya li nêzî gundê Amiriyê yê li rojavayê Til Temirê ye.

Tê gotin, di hundirê vê baregehê de, zêdetirî 200 komando hene.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê cotmehê de êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir û bajarên Gir Spî Serêkaniyê û herêmên di navbera wan de, dagir kirin.

Bi vê dagirkeriyê gihaşt Til Temirê jî.

Dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe li herêmê kûrtir bike, baregehên leşkerî ava dike.

Li gorî hin çavkaniyan, li herêmên dagirkirî, zêdetirî 20 baregehên leşkerî ava kirine.

Yek ji van bareghan jî baregeha Leşkerî ya li gundê Amiriyê yên li nêzî riya M4 e.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî, artêşa Tirk a dagirker ji beriya du mehan ve ev baregeh ava kiriye û ev mezintirîn baregehên ku li herêma Serêkaniyê ava kiriye.

Çavkanî destnîşan kir ku di baregehê de panzêr, erebeyên BMB û hejmareke topavêj, tank û alavên leşkerî yên din jî hene.

Li gorî heman çavkaniyê, di baregehê de zêdetirî 200 leşkerên hêzên komando hene.

Tê texmînkirin ku piraniya wan efser in.

Li baregehê 2 radarên çavdêrî û şopandinê hatine bicihkirin.

Çavkaniyê da zanîn ku li gundewarê rojhilatê Serêkaniyê, baregehên dewleta tirk li gundên Erîşe, Dawûdiyê û Aliyê hene.

Kesên li wan baregehan dimînin, sivîlan û milkên wan dikin hedef û agir bi zeviyan dixin.

Back to top button