Serokê Beşa Kar û Barên Mizgeftan a bajarê Hesekê destnîşan kir ku veguherandina goristana şehîdan a Serêkaniyê bo navendeke leşkerî rûyê qirêj ê dewleta dagirker nîşan dide.
Artêşa Tirk û çeteyên wê goristana şehîdan a bajarê Serêkaniya dagirkirî veguheran navendeke perwerdekirina çeteyan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn li hember vî sûcî zêde dibe.
Têkildarî mijarê, serokê Beşa Kar û Barên Mizgeftan a bajarê Hesekê Besam El Elî axivî..
Besam El Elî diyar kir ku cihê şehîdan pîroz e û bi bîr xist ku pêxember rûniştina li ser gora şehîdan an vekirina wê qedexe kiriye.
El Elî diyar kir ku ev sûcê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk aniye, destdirêjî ye û got:
“Bi vê yekê rûyê qirêjî yê dewleta Tirk derket holê.”
El Elî destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şerîeta îslamê ne.
El Elî di dawiya axaftina xwe de bang li misilman, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li kêleka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.