Tevgera şaneyên DAIŞ’ê zêde dibe ..
Pê re operasyonên li dijî van şaneyan jî bêhtir dibin..
QSD’ê ragihand ku di operasyonekê li gundewarên Dêrazorê de serçeteyekî xeternak ê DAIŞ’ê de hate kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê mijar de daxwiyaniyek da ..
Navendê di daxwiyaniyê de got:
“Hêzên me li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên terorîst operasyoneke ewlehî pêk anî..
Ev operasyona hêzên me serkeftî derbas bû ..
Di encamê de serçeteyekî xeternak ê rêxistina terorîst hate kuştin. ”
Ev şaneyên DAIŞ’ê her ku fersendê dibînin , hewl didin ji nû ve xwe birêxistin bikin û aramiya herêmê xerab bikin.
Li hember vê, hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê jî her di nava tevger û amadebaşiyê de ne.