Konseya Rêveber a KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir

Konseya Rêveber a KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir.
Konseyê ji ber planên hêzên derve yên guhertina demografiya herêmê ji rêveber û xelkê Filistînê xwest hişyarbin û nekevin xefikê.
Her wiha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî weke erkek sereke hate destnîşankirin.

ji bo nûçeyê dimenên berê dikarin kar bînin…

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî encamnameya civîna xwe ya ku di 1’ê Kanûna 2023’yan de pêk hat, eşkere kir.

KNK: Azadiya fîzîkî a Abdullah Ocalan erkek sereke ye

Di encamnameya ku rojeva siyasî ya li Rojhilata Navîn hat nirxandin de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn weke erkek sereke hat destnîşankirin û wiha hate gotin:

Siyaseta Bakurê Kurdistanê îro di nav pêngaveke girîng de ye. Di bin dirûşmeya azadkirina Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan de, hêza siyasî û civakî îro li Bakurê Kurdistan bi awayekî erênî pêş dikeve û rejîma faşîst a Tirk tengav dike.

Ji KNK’ê bo gelê Filistînê: Nekevin xefika hêzên derve

KNK’ê îşaret bi planên guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê ku dewleta Tirk bi rêya bicihkirina malbatên ixwaniyên Filistînî kir û ev hişyarî da:

Bi taybetî di vî şerê dawî ya di navbera Hamas-Îsraîlê de, metirsî hene guhertinên demografîk li cihên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne koçberên Xeze bên bi cih kirin. KNK’ê bang li rayedarên siyasî û gelê Filîstîn dike ku bila nevekin xefika siyaseta li ser wan tê meşandin.”

KNK’ê bang li hikûmeta Herêm û Iraqê dike ku demildest hêzên ku li pişt vê terorê ne eşkere bikin û kujeran ceza bikin.

KNK’ê manîpulasyonên li ser tora civaka bi nîşankirina kujeran jî red dike û di şopandina doza şehîdên xwe de bi israr e.

KNK’ê bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistan dike ku di hilbijartinên parezgahan de hem li Iraq û hem jî li Başûr pîvanên zelal û demokratîk esas bigrin, da ku gelê me bi azadî hilbijartina xwe bike.

Ji KNK’ê 2 şêwirên ji bo jin û rewşenbîrên Kurd

Di dawiyê de Konseya KNK’ê biryar da ku Civata Gîştî ya 22’mîn bi fîîlî sala 2024’an de pêk bîne.

Her wiha biryar derket ku du şewirên girîng ya jinan û rewşenbîr/akademîsyên Kurd jî hilbijêrin.

Di çerçova biryarên Konferansa Lozanê de, KNK’ê Forumek yasayî li dijî peymana Lozanê jî amade bike.”

Back to top button