Li eniya Foca 46`an a rojavayê Helebê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.
Li Sûriyê 2 şêwirmendên pasdarên Îranê di êrişên Îsraîlê de hatin kutşin.
Piştî mehekê ji bûyerê, Îranê diranê xwe turj kiriye û gefa bersivdayînê li Îsraîlê xwar.
Li herêma bêçek şer di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirkiyê dewam dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundewarê rojavayê Helebê leşkerek kikumetê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hate kuştin.
Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran derdora bajarokê Marat El Nasan ê li bakurê Idlibê û derdora gundê Kefer Noran ê rojavayê Helebê topbaran kirin.
Îran piştî kuştina 2 şêwirmendên leşkerî gefa bersivdayînê xwar
Li kêleka vî şerî, Îsraîlê jî bi despêkirina şerê navbera wî û Hemasê de, êrişên xwe yên li ser Sûrî dijwartir kiriye.
2’ê Mijdarê di êrişa Îsrîalê li dijî Sûriyê de 2 pasdarên Îranê hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Nasir Kananî têkildarî kuştina 2 endamên Pasdarên Îranê weke şêwirmend binav dike axivî û got:
“Her du endam, li Sûriyeyê şêwirmendên leşkerî bûn.
Tehran wê bersivê bide êrişên li dijî berjewendiyên wê yên li Sûriyeyê.”
Kananî diyar kir ku êrişên li dijî berjewendî û hêzên Îranê li Sûriyeyê wê bê bersiv nemînin.
Li Derayê çekdarên nenas jinek kuştin
Li aliyê Derayê jî, ji ber şerê di navbera komên çekdar yên herêmî û hêzên hikumetê de rewş xirab e.
Vê sibê çekdarên nenas erebeyek welatiyan li ser rêya Til Şihab û Nehic yê li gundewarê Derayê sekinandin.
Çekdaran jinek ji erebeyê daxistin û bi guleyan ew jin kuştin.
Jin ku hate kuştin ji gundê Nehic e.
Çekdar piştî bûyerê ber bi cihekî nediyar ve reviyan.