LI MEXRIBÊ 5 KES KU BI DAIŞ’Ê VE GIRÊDAYÎ NE HATIN GIRTIN

Li Mexribê şaneyeke ku ji 5 kesan pêk tê û girêdana wan bi DAIŞ’ê heye, hat girtin.

 

Îro pêncşemê Wezareta Karên Hundir ya Mexribê bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke terorîst ku girêdana wê bi DAIŞ’ê heya hat girtin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, şaneya hatî girtin ji 5 kesan pêk dihat û temenê wan di navbera 27 heya 41 salî de ye.

Endamên vê şaneyê di bajarên Birkan û El-Nazûr tevger dikirin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir ya Mexribê ev şane plan dikir ku tevlî şaxeke çeteyên DAIŞ’ê li herêma Sahil ya başûrê çolistanê bibe.

Her wiha ev şane plan dikir ku li dijî saziyên dewletê êrîşên teror pêk bînin.

 

Leave a Reply

Back to top button