Zextên dijî Jinan li Tirkiyê

Desthiladariya Tirk êrişên xwe yên li dijî jinan ranawestîne. Taybet piştî vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê êdî li Bakurê Kurdistanê jin rojane rastî kuştin û tundiyê tên û kujer jî ji aliyê jinan ve tên parastin. Tenê di 10 mehên destpêka sala 2022’an 275 jin hatine kuştin.

Kuştin, tundî, destdirêjî, binpêkirina maf û deskeftiyan.

Ev polîtîkayek taybet a dewleta Tirk a li dijî jinan e.

Tirkiyê 1’ê Tirmeha 2021’an de bi awayek fermî xwe ji Peymana Stenbolê vekişand.

Êrişên li dijî jinan bi vekişînê re gihişte asta herî bilind.

Jinên siyasetmedar, pêşeng û zane, dike armanc.

Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP), di nava 10 mehên destpêkê ên sala 2022’an 275 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Li Tirkiyê di sala 2022’an de, ji 100 jinan tenê 18 jin qeydkirî û di îstihdama tam wext de ne û dixebitin.

Her wiha bêkariya jinên ciwan ji sedî 48 derbas kiriye.

Di mehekê de li Tirkiyê û Bakur nêzî 35 jin tên kuştin.

Her wiha di 5 mehên destpêkê yên îsal de û heta niha jî 162 jin hatine kuştin.

Di nava 7 mehên sala 2022’an de 18 rojnemeger bi êrişa fîzîkê ya polîsan re rû bi rû man.

26 rojnemeger hatin binçavkirin û 6 Rojnemeger hatin girtin ku piraniya wan jin in.

Di heman demê de girtiyên jin rastî êşkence, zext, tundî û kirinên ne baş ji aliyê rêveberiya girtîgehan û polîsan tên.

Leşker, polîs û karmendê dewletê, rojane tundî li jinan dikin.

Polîtîkaya bêcezahiştin û parastina kujer ji aliyê dewletê ve rê li ber kuştina jinan vedike.

Heta niha çarenûsa bi dehan jinan nediyar e…

Back to top button