Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) salvegera 44. a damezrandina PKK li herkesî pîroz kir û got:
“Em, neferên fedaî yên Apoyî ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê xwe ye, di sala 50’î ya pêngava Apoyî de, em ê serkeftinê bi cih bînin.
Ji salvegera 44’an ya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK re tenê çend roj mane.
Bi boneya rojê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG daxuyaniyek weşand.
NPG: PKK gelê Kurd gihand nasnameya wê û ew bi rêxistin kir
NPG’ê di sêrî de salvegera 44’an a Partiyê li Rêber Apo, li gelê welatparêz û li malbatên şehîdan û pîroz kir û got:
“Partiya me PKK a bi pêşengiya Rêber Apo, têkoşîna xwe ya azadî û hebûnê ya bênavber a nîv sedsalê temam kir, derbasî sala 45’an a damezrandina fermî dibe.
PKK’ê di pêvajoya nîv sedsalê de gelek destketiyên şoreşgerî bi xwe re anî û şoreşên mezin afirand.
Beriya her tiştî rastiya Jin a Azad afirand ku ji tevahiya cîhanê re bû çavkaniya sûdwergirtinê, hêvî û azadiyê.
Gelê Kurd ê mezlûm ku tune dihate hesibandin û tunekirin lê dihate ferzkirin, gihand nasnameya wê û ew bi rêxistin kir û veguherand rastiya gelekî ku ji bo hebûn û azadiyê şer dike.”
NPG: Serkeftina PKK’ê berhema têkoşîna fedayî ya şehîdan e
NPG’ê diyar kir ev serketin hemû berhema têkoşîna fedayî ya hevrêyên wan ên şehîd e ku ji dil bi îdeolojiya Apoyî bawer kirin û bi fedaîtî têkoşiyan.
Di dewamê de NPG’ê bal kişande ser berxwedana gerilayên azadiya kurdistanê yên li dijî dagirkeriyê û got:
“Berxwedana fedaîtî û çalakiyên bi tempoya bilind ên li Kurdistanê hesab û planên dijmin hemû pûç kirin, rejîma faşîst anî ber hilweşînê û em hîn bêhtir nêzî serketinê kir.
NPG: Di sala 50. ya pêngava apoyî de em ê serkeftinê bi cih bînin
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel anî ziman biryardariya wan a ji bo serxistina têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd ji her demê bêhtir xurt e û wiha bi dawî kir:
“Em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî bi hewldan û tampoyekî hîn bilind a serketinê bi cih bînin.”