Balafirên Rûsyayê herêmên Idlib û Hemayê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rusyayê herêmên Idlib û Hemayê bombebaran kirin.
Li çolistana Sûrî jî li dijî erebeyên leşkerî yên hikûmeta Şamê êrişek pêk hat, di encamê de 9 leşker hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji vê sibê ve balafirên şer ên Rusyayê 10 caran ‘herêma bê çek” bombebaran kirin..

Çeteyên dewleta Tirk jî bi topavêjan êrişî deverên hêzên hikûmeta Şamê ên li Hemayê kirin.

Li çolistan Sûrî di encama êrişekê de 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin            

Her wiha çavdêriyê ragihand ku dema erebeyên leşkerî yên hikûmeta Şamê di navbera Himûs û Dêrzaorê re derbas dibûn, kete kemîna çeteyên DAIŞ’ê.

Li vir şer derket û 9 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Back to top button