Artêşa Tirk navçeya Zirgan û gundên wê topbaran dike

Îro dîsa êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê hebûn.
Artêşa dagirker vê carê berê topên xwe da Zirganê.

Berî nîv saetê artêşa dewleta Tirk navçeya Zirgan û gundên wê topbaran kir.

Doh jî dagirkeran gundên Til Ehmer, Um Kêf û Tawila ên Til Temirê jî da ber topan.

Ji ber topbaranê zirar gihaşt xeta kehrebê ya gundê Um El-Kêf û kehrebe li ser navçeyê qut bû.

Ev cara 28’an e kehrebe ji ber topbarana artêşa dagirker li ser şêniyan qut dibe.

Baregehên Rûsyayê jî nêzê vî gundî ne lê li hember sûcên dewleta Tirk bêdeng e.

Êrişa li ser Til Temir û gundewarê wê heta derengiya şevê berdewam kir.

Back to top button