198 ROJIN LEYLA GUVEN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE LI BER XWE DIDE

198 rojin Leyla Guven li dijî tecrîdkirina rêber Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de li ber xwe dide. Di heman demê de çalakiya rojiya mirinê ya 31 çalakgeran jî dewame.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan 8’ê Mijdara 2018’an dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir.

Berxwedana Leyla Guven di roja 198’an bi biryardarî didome.

Tevî çalakiya Guven çalakiya koma despêkê ya li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê Kanûna 2018’an dest pê kiribû dewam dike.

Çalakiya wan îro 160 roj in li dar e.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 85’emîn de ye.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
BERXWEDANA LI DERVEYÎ ZINDANAN JÎ DEWAM DIKE

Her wiha çalakiya li derveyî zindan jî bi israr li dar e.

Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a 3 Adarê û ya Tayip Temel û Murat Sarisaç 8’ê Adarê jî didome.

Her wiha çalakger;

Sedat Akin 138

Gurbet Ektîren 129

Mahsun Şen 140

Mûrat Aksin 71

Semra Alkan 138

Hiznî Kilinç 84

Û Îhsan Sinmiş 87 roj in piştî ku hatin berdan jî çalakiya xwe li malê dewam dikin.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ YA 31 ÇALAKGERAN LIDARE

Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didome.

Rojiya mirinê ya koma yekemîn 25 û ya koma 2’yemîn jî, 14 roj in li dar e.

Di 14’ê Gulanê de jî ciwanê ji Colemêrgê Merwan Ozdemîr li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dest bi rojiya mirinê kir.

Berxwedana Ozdemîr di roja 11’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button