Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan

Hêrsa gel ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê a li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên bi hvkariya PDK’ê li ser gerîlayên azadiyê ya Kurdistanê her diçe zêde dibe. Bi hezaran kes li herêmên Cizîr, Firat; Efrîn û li Helebê li dijî êrişan daketin qadan û peyama piştgiriya berxwedana gerîla û bilindkirina têkoşînê dan.

Dagirkriya Tirk ji 17’ê nîsanê ve bi hevkariya PDK’ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Gel li seransrî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî van êrişan li qadan in.

Bi hezaran şêniyên Qamişlo îro di çarçoveya rêzeçalakiyên gel ên dijî êrişên dagirkeriya Tirk a bi hevkariya PDK’ê meşiyan.

Meşê li çerxereya Şerq destpêkir û heta Çerxeriya Sony dewam kir.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Insyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roza Tolhildan axivî û bang li aliyên siyasî kir ku li dijî van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Her wiha li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî û banga piştgiriya berxwedana gerîla kir.

Koçberên Serê Kaniyê ên li kampa Waşûkanî û Serê Kaniyê dijî êrişan meşiyan

Bi sedan koberên Serê Kaniyê li Kampa Waşûkanî û li Kampa Serê Kaniyê li dijî êrişan meşiyan û peyama piştgiriya berxwedan gerîla dan.

Li Eyn Îsayê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê daketin kolanan.

Bi hezaran kes ber bi navenda navçeyê meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, hevserokê Meclisa Malbatên Şhîdan a Girê Spî Wehîd Ebdelah û cîgirê hevserokatiya meclisa Girê Spî Sebrî Nebo axivîn û li dijî êrişan banga bilindkirina têkoşîn û berxwdanê kir.

Koçberên herêma Efrînê ên li Şehbayê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla meşiyan

Li Şehbayê jî, bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan.

Şênî li naveda navçeya Til Rifatê kombûn û li kolanên navçeyê meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, rêveberê Meclisa Navçeya Şêrawa Dilsoz Efrîn û endama Kongra Sta Rîhana Elo axivîn.

Li Helebê bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin kolanan

Li Helebê jî, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi heman armancê daketin kolanan.

Şênî li Taxa Şêxmeqaûd ya Xerbî meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, endama Kongra Star Emna Xidro, û bi navê şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sultana Mihemd axivîn û banga piştgiriya berxwedana gerîla kir.

Back to top button