Malbatên Şehîdan ên Hesekê: Awayê dewleta Tirk a radestkirina cenazeyê Kurdan dermirovî û bê exlaqî ye

Malbatên şehîdan ên Hesekê, bêhûrmetiya dewleta tirk a li hemberî cenazeyê şehîd Hakan Arslan şermezar kir.

Desthilatdariya Tirk di 29’ê Tebaxê de cenazeyê şehîd Hakan Arslan di tûrekekê de ku hestiyên şehîd tê de bûn, radestî bavê wî kirin.

Dîmenên bavê şehîd bi tûrikê re bertekên fireh li ba gelê Kurd li ser medyaya dîjîtal çêkirin.

Malbatên şehîdan ên kantona Hesekê jî ev hovitiya dewleta Tirk ya dermirovî û exlaqî şermezar kirin.

Der barê mijarê de malbatên şehîdan diyar kirin dewleta Tirk pîroziyan bi awayekî hovane binpê dike û gotin:

“Ev sûcek nayê efûkirin e.”

Malbatê Şehîdan bang li rêxistinên mirovî kir ku lêpirsînekê der barê vê sûcê de veke ji ber sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Di dawî de Malbatên şehîdan ên kantona Hesekê teqez kirin ku ew xwîna şehîdan ji bîr nakin û ew ê li ser şopa wan bin.

Herwiha piştgiriya xwe ya bi malbata şehîd Hakan Arslan re anîn ziman û sersaxiyê ji wan re xwestin.

Back to top button