Welatiyên Şengalê: Çawa ku Rêber Apo xwedî li me derket divê em jî xwedî wî derbikevin

Li Başûrê Kurdistanê jî bangawaziyên bidawîkirina tecrîdê bilind dibe.
Welatiyên Şengalê diyar kirin bi saya Rêber Apo û şervanên wî em ji qirkirinê xilasbûn û gotin:“Çawa ku serokatî xwedî li me derket em jî li wî xwedî derbikevin, ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin”
Bi heman armanca ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li Silêmaniyê jî panelek hate dayîn û banga azadiya Rêber Apo hat kirin.

Pergala êşkence û Tecrîdê a li ser Rêber Ocalan roj bi roj girantir dibe.

Ev zêdeyî saleke tu agahî ji rewşa li Îmraliyê nayê girtin.

Ev yek di nava gelê Kurd û gelên cîhanê de fikir û gûmanên derbarê rewşa tendûrîstî û jiyana Rêber Apo de zêdetir dike.

Lewra bangawaziyên bidawîkirina tecrîdê û serbest berdana ji girtîgehê her roj bilindtir dibe.

Welatiyên Şengalê derbarê tecrîdê de axivîn û daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin.

Welatiyê bi navê Seydo Murad Muso bal kişande ser fermanên li ser cîvaka Êzidî û got:

“Bi saya Rêber Apo û şervanên wî wek civak, hêzên me çêbûn û me xwe parast.”

Çawa ku serokatî xwedî li me derket em jî li wî xwedî derbikevin, ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin. ”

Murad Muso bang li civaka Êzidî kir hemû Êzidî bibin yek dest û dil da ku serokatî ji girtîgehê bê derxistin.

Cîwanê bi navê İlyas Dugorî jî axivî û îşaret bi giringiya Felsefeya Rêber Apo a ji bo civaka Êzidî kir.

İlyas Dugorî diyar kir heviya civaka wan Rêber Apo ye û bang li hemû ciwanan kir ku li dijî tecrîdê rabin..

Back to top button