Panela ”Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan azadiya jinê ye” hat dayîn

Bi heman armancê li Silêmaniyê jî panela ‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan azadiya jinê ye’ hat dayîn.

Panel ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan ve hat organîzekirin.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan azadiya jinê ye’ slogana panelê bû û bi dehan kes tevli bûn.

Di panelê de ev tişt hat gotin: ”Bi salane Rêbe Apo girtî ye da ku tu kes ji fikrên wî sud wernegire.

Bi taybetî jî fikrê wê derbarê azadiya jinê de. Ji ber ku dagirker azadiya jinê ji xwe re wek metirsî dibinîn.

Qaşo roj roja aştî ya cîhanê ye, lê dewleta Tirk di kirinên xwe yên li dijî Kurdan de berdewame.”

Dawiyê hat diyarkirin ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê rê li ber azadî û demokrasiya jinê vebe.

Back to top button