Şêniyên Mexmûrê hovîtiya Tirkiyê şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî cenazeyê Hakan Arslan şermezar kirin.

Şêniyan di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman: ”Ev hovîtiya dewleta Tirk bi ti awayî nayê qebûl kirin û em wê şermezar dikin.

Diviyabû li hember vê hovîtiyê gelê Kurd li ser piyan bûya. Divê em li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.”

Hakan Arslan 2’yê Kanûna 2015’an di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Sûra Amedê de şehîd bû.

Cenazeyê Hakan Arslan piştî 7 salan di hundirê turkekî de li Dadgeha Amedê radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin.

Back to top button