Pervîn Bûldan: divê CPT û sazîyên navnetewî li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku divê tecrîd ji holê bê rakirin û rêya diyalogê bên vekirin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li meclisê di komcivîna heftane ya partiya xwe de derbarê tecrîda li Îmraliyê axivî.

Hevseroka HDP’ê diyarkir ku dewleta Tirk hiqûqa xwe li Îmraliyê tine dihesibîne û derbarê tecrîdê de ev agahî da:

“Di nava 10 salan de ji bo hevdîtina li Îmraliyê 951 caran parêzer serlêdan kirine û tenê bersiva 5 serlêdanan hatiye dayîn.

Her wiha di nava 375 serlêdana malbatan de jî tenê bersiva 26 serlêdanan hatiye dayîn.

Daxwaza hiqûqî ya malbat û parêzeran bi keyfî tên asteng kirin.”

Pervîn Buldan nêzîkatiya dewletê ya hevdîtina dawî ya Rêber Apo bi birayê xwe re pêk anî, bêcidiyet pênasekir û got:

“Dema Birêz Ocalan behsa bêhiqûqiyê kir hevdîtin hat qutkirin. .

A bûyî ne hevdîtin e, israra di tecrîdê de ye.

Mijara ku bi milyonan kesî eleqeder dike nêzîkatiyeke bêcidiyet heye. Ev tişt nayê qebûlkirin. ”

Pervîn Buldan bang saziyên navnetewî taybet jî bang li CPT’î kir ku li hember tecrîdê bi erka xwe rabe.

Back to top button