Li Dêrazorê şehîdên komkujiya Şiêtat bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Beriya 9 salan wekî îro çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilat ê Dêraozrê komkujiyek li diîj eşîra Şiêtat pêk anî.
Di encamê de, zêdetirî hezar û 200 kes ji eşîra Şiêtat bûn qurbanî.
Bi vê wesîleyê merasîmek li goristana Şehîdên Firatê ya bajarê Ebû Hemam hat lidarxistin.
Bi sedan şênî, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û teqezî li ser dewamkirina xeta şehîdan kir.
Beşdaran banga hesabpirsînê ji çeteyên DAIŞ’ê kir.