Meclisa Jinan a PYD destdirêjiya li zaroka 14 salî şermezar kir

Endama Koordînasyona Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD’ê sûcên li jin û zarokan ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê li deverên dagirkirî şermezar kirin û destnîşan kir ku wan ew sûc belge kirine û şandine rêxistinên navneteweyî û yên jinan, lê belê ew rêxistin bêdeng in.

Meclisa Jinan a PYD’ê daxuyaniyek da û sûcê destdirêjiya li zaroka 14 salî bi tundî şermezar kir.

Meclisê îşaret bi sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê kir û wiha got:

“Ji sala 2018’an ve sûcên li dijî jinan û zarokan têne kirin, herî dawî jî sûcê destdirêjiyê li zaroka 14 salî hate kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî kuştin, destdirêjî, wêrankirin, revandin û koçberkirin hemû kiryarên hovane pêk tîne.”

Meclisê, bal kişand ser şerê taybet ku dewleta Tirk dimeşîne û ev tişt got:

Dewlet Tirk li dijî gel bi rêbazên cuda bi rêya teşwîqa vegera li Efrînê bi sozên derew şerê taybet dimeşînin, da ku siyasetên xwe yên qirêj pêk bîne.

MÎT’a Tirk jî bi rêya hin ajanên xwe bang li koçberên Efrînê yên li kantona Şehba û Helebê dike ku vegerin Efrînê, lê êdî gel lîstikên dewleta Tirk û projeyên wê yên dagirkirinê baş dizane.

Back to top button