Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ragihadn ku 151 kesên din bi vîrûsa Corona ketin.
Desteya Tendrustiyê diyar kir ku ji wan pêketiyan 88 mêr û 63 jin in.
Desteyê da zanîn ku 8 kesên din ji vîrûsa Coronayê baş bûn û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 3 ji Hesekê, 2 ji Qamişlo, 1 ji Rimêlan û 3 ji Kobanê ne.
Heya niha li herêmê hejmara pêketiyan gihaştiye 28 hezar, 265 kesan, 944 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar,180 jî baş bûne.