Dewleta Tirk a dagirker, 3 nuqteyên din ên çavdêriyê li gundewarê Idlibê ava kirin.
Artêşa dagirkeriya Tirkî di çarçoveya berfirehikirina dagirkeriyê û parastina çeteyên xwe de nuqteyên xwe yê çavdêriyê li gundewarê Idlibê zêde kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta tirk 30 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin û 3 nuqteyên din li herêmê ava kirin.
Bi vî awayî ji mara giştî ya nuqteyên dagirkeriyê gihişt 62’an.