“Komkujiya Parîsê karê mît a Tirk e”

MÎT’a Tirk li Almanya bi rengekî serbest û çalak tevdigere û li dijî muxalifên Tirkiyê agahiyan kom dike. Ji bo vê tevgera xwe bi serbestî bike, sûdê ji bêdengiya dewleta Alman digre.

Pisporê îstîxbaratê yê Almanya, piştrast kir ku komkujiya li Parîsê ya sala 2013’an ku tê de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hatin kuştin jî, karê MÎT’ê ye.

Dewleta Tirk ku weke dewleta polîsan tê naskirin, xwe li ser tora istîxbaratê dide jiyîn û desthilatdariya xwe ferz dike.

Xebatên Istixbarata Tirk ku bi navê (MÎT) tê naskirin, bi Tirkiyê sînordar namînin.

Li her devera ku destê wê dighêjê, sîxûrên xwe bi cih dike û li dijî muxalifan dixebite.

Liv û tevgera MÎT’a Tirk, li wir pir zêde ye û dewleta Alman çavên xwe ji wan re digre.

Duh şev di bernameya nûçeyan a bi navê ‘Zoom’ê de ya di kanala ZDF’ê de ya Almanyayê hate weşandin, xebatên MÎT’ê yên li Almanyayê bi berfirehî hatin eşkerekirin.

Di bernameyê de hate diyarkirin ku li Almanya 8 hezar kes ji MÎT’ê re dixebitin û di xebatên îstîxbarata Tirk de 900 camî, roleke girîng dilîzin.

Di heman bernameyê de hate diyarkirin ku li camiyan meleyên Tirk derbarê mûxalifên rejîma Erdogan agahiyan didin sefaretxaneyan û li gor wê li dijî gelek çalakgerên li ser medyaya civakî ku rejîma Erdogan rexne dikin, di encama xebatên MÎT’ê yên li Almanyayê, li Tirkiyê doz li wan tê vekirin.

Siyasetmedar û pisporên ku di bernameyê de axivîn, diyar kirin ku dewleta Tirk derbarê kesên li Almanya agahiyan kom dike û ev jî sûc e.

Pisporê îstîxbarata Almanya Erîch Schmîdt-Eenboom ê di bernameyê de diyar kir ku rêxistina MÎT a li Almanya bi xurttî tevdigere û bêdengiya hikumeta federal rexne kir.

Pisporê îstîxbaratê diyar kir ku şehîdbûna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê jî karê MÎT’ê ye.

Erîch Schmîdt-Eenboom bi bîr xist ku îstîxbarata Fransayê agahiyên ku Erdogan bi xwe fermana sûîkasta Parîsê daye, dane dozgeriya Fransayê.

https://anfkurdi.com/rojane/reveberen-mIt-e-yen-payebilind-li-komkujiya-parise-mikur-hatin-90993

Ji xwe Rêveberên payebilind ên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel li xwe mikur hatin bê komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an ji aliyê kê ve çawa hatiye kirin.

Back to top button