Dewriya artêşa amerîkî, pispor û çavdêrên Amerîkî da ku nuqteyên petrolê kontrol bikin, li derdora bîr û nuqteyên petrolê yên li navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê geriyan.
Îro dewriya Emerîka ya ku ji 3 panzêran pêk dihat ji rojhilatê bajarokê Rimêlanê hatin navçeya Tirbespiyê.
Dewriye li sînorê Sûriyê-Tirkiyê ve ber bi bîrên Seyîda ve çû. Hêzên Amerîkî bîrên Seyîda yên ku 10’ê Cotmehê ji aliyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn topbaran kirin kontrol kirin.
Bîra Seyîda 11 km dikeve bakûrê navçeyê û ji nav 3 bîranê li heremê bîreke sereke ye.
Çavdêr û pispor ku bi dewriya Amerîkayê re bûn, ji dezgehên çapemeniyê re diyar kirin ku ew ji bo danezanên der barê nuqte û bîrên petrolê hatine heremê.
Paşê dewrî ber bi îstasyona Ale Qewsê û Dêrna Axê ya navçeya Girkê Legê ve çûn.
Piştî gera xwe bi dawî kirin, dewriya Amerîka vegeriyan bajarê Rimêlan.