10 leşkerên rejîmê û 5 çete li Idlibê hatin kuştin

Di encama şerê navbera rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de, li Idlibê 10 leşker û 5 çete hatin kuştin.
Rûsya jî teqez kir ku divê bilez Idlib ji terorê were paqijkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibê çeteyên Tehrîr el-Şam û komên din ên çete li gundewarê başûr-rojhilatê Idlibê êrîşî navenda rejîmê kirin.

Li gorî agahiyan, çeteyên Tehrîr el-Şam dest danîn ser ketîbeyeke wêrankirî ya Rêjîma Sûriyê, li nêzî vê herêmê di navbera her du aliyan de şerekî giran rû da.

Her hewa hat diyar kirin ku êrîşên duh heta vê sibê dewam kirine û di encamê de 10 leşkerên rejîmê û 5 çete hatine kuştin û hejmarek zêde jî birîndar bûne.

Lavrov: Li Idlibê, Tirkiyê nikarîbû muxalefet ji çeteyan veqetîne

Girêdayî rewşa Idlibê, wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku dewleta Tirk nikarîbû muxalefeta Sûrî ji çeteyên Cebhet el-Nusra yê li herêma qaşo bêçek veqetîne.

Ev axaftin piştî hevdîtîna Sergey Lavrov bi serokê Emerîkayê Trump re hat.

Lavrov: Divê Idlib bilez ji çeteyan were paqijkirin

Lavrov diyar kir ku divê Idlib ji çeteyan were paqijkirin û herêm têkeve destê Rêjîma Sûriyê.

Wezîrê Rûsî teqez kir ku aloziya Sûrî bi çekan nayê çareserkirin û divê pêvajoyeke siyasî were destpêkirin.

Leave a Reply

Back to top button