EMERÎKA JI BO ÊRÎŞEKÊ LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BI TIKRIYÊ RE NÎQŞA NAKE

Di vê dema dawî de, çapmeniya Tirkiyê û rayedarên wê idia dikin ku, ji bo êrîşekê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi Emeîrka ra di nava danûstandinan de ne.
Herî dawî berpirsekî Emerîkî ji Reutersê ragihand ku, Emerîka pêşbîniya ti êrîşan nake.

 

Berpirsekî Emerîkî ji Reutersê re idiyên çapmeniya Tirkiyê yên derbarê danûnstandinên Emerîka û Tirkiyê ji bo êrîşê li Bakur û Rojhilatê Sûrî red kir û got,

Emerîka texmîn nake ku êrîşeke bi vê rengî wê rê li pêşiya metirsiyên Tirkiyê yên Ewlekariyê bigire.

Berpirsê ku navê xwe nexwest eşkere bike diyar kir ku, Emerîka ti nîşqaşan derberê êrîşeke li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi Tirkiyê re nekiriye.

Têkildarî ew herêma bi ewle ya ku Emerîka behsa wê dike jî wiha got,

Me gelek caran li ser makenîzmeya ewlekirina herêmê yan jî herêmeke bi ewle ji bo rê li pêşiya metirsiyên Tirkiyê bigire nîqaş kiriye.

Lê belê Emerîka nabîne ku êrîş wê çareserî be.

Beriya demekê jî DYA diyar kiribû ku, ew ê beşekî ji hêza xwe li Sûrî bihêlin, da ku beşdarî hêzeke navdewletî ya cihêreng a li ser sînor bich bibe, bibin.

Leave a Reply

Back to top button