Çavdêrê Siyasî û Endamê KNK’ê Hekîm Ebdulkerîm da xuyakirin ku PDK heta niha bersiva peyama Rêber Ocalan, KCK û PKK’ê ya rawestandina hevkariya digel dijmin û vegera li xeta neteweyî nedaye.
Hekîm Ebdulkerîm diyar kir ku PDK, gelek caran ji bo lidaerxistina kongreya neteweyî jî bûye asteng û got:
“Ji ber ku PDK di bin zext û sîbera dagirkeran de ye û bi taybet dewleta Tirk, her wiha ji ber ku nebûye xwedî siyaset û stratejiyeke neteweyî, nikare bersiva Rêber Ocalan û PKK’ bide.”
Rêber Ocalan, KCK û PKK’ê ji PDK’ê û Mesûd Barzanî xwestibû ku nebin sedema şerê navxweyî yê Kurdî-Kurdî, lê belê heta niha PDK, bersiv nedaye û hevkariya digel dewleta Tirk didomîne.