Yekemîn komxebata siyasî li Kobanê bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî yên kurdî û rewşenbîran destpêkir. Komxebat bi slogana “Tenê bi yekitiya xwe em dikarin azadî û çarenûsa xwe bi dest bixin” bi rêve diçe.
Piştî banga Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê, partiyên siyasî, rewşenbîr û kesayetên serbixwe bi armanca pêşxistina çareseriyeke siyasî ya kurdî komxebat tê lidarxistin.
Partiyên siyasî yên kurdî yên weke Partiya Çepgir, PYD, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PDKS) û Partiya Pêşverû banga rewşenbîran pêk anî û li hev kom bûn.
Her wiha partiyên din yên siyasî, rewşenbîr û kesayetên serbixwe yên kantonê jî beşdarî komxebatê bûn.
Komxebat li parka Ronî War tê lidarxistin.
Destpêkê lêkolînerê siyasî Mesûd Mihemed axivî û diyar kir ku dagirkeran ji bo şerê li dijî gelê Kurd û pêkhateyan lihevkirine.
Komxebat bi axaftinan didome û tê payîn ku 2 rojan dewam bike.