HPG: Helîkoptereke din a Skorsky hate xistin

Gerîlayan li herêmên Zap, Xakurkê û Metîna li hêzên dagirker xistin. HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan li qada Girê Cûdî ya Metîna, helîkoptereke Skosky a artêşa Tirk anîne xwarê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa dawî ya li qadên şer, daxuyaniyek da.

Li gorî vê,

Li herêma Zapê, 24’ê Cotmehê hêzên dagirker ên li qada Şehîd Adil, bûn armanca lêdana tîmen gerîlla ên bi tevger.

Heman rojê li qada Çemço jî di encama çalakiya sekvaniyê de leşkerek hate kuştin.

Dîsa li qada Şehîd Adil, artêşa Tirk hewl da bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe li herêmê bicih bike.

Lê ji ber destwerdana gerîlla hewldan biserneket û helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Li herêma Metînayê, 24’ê Cotmehê tevgera helîkopterên artêşa Tirk zêde bû.

Li Qada Girê Cûdî dema ku helîkoptera skorsky hewl dan leşkeran deyne devera Şehîda Kendal, bû armanca lêdana gerîllayên jin.

Di encamê de agir girte helîkopterê û ket xwarê.

25’ê Cotmehê li Girê Cûdî hêzên artêşa Tirk xwestin pêşde biçin.

Gerîlla bi çalakiya sabotajê pêşî li wan girt.

Li herêma Xakûrkê jî 24’ê Cotmehê dagirkerên li derdora Girê Şehîd Sarya bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.

HPG: 24 Cotmehê 4 êrişên bi çekên kîmyewî pêk hatin

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

Di nava 24 saetên dawî de

5 caran bi bombeyên qedexekirî, 4 caran bi çekên kîmyewî,

13 caran bi balafirên şer,

Û 44 caran bi helîkopteran, Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bombebaramkirin.

Back to top button