Çavdêriya Sûriyê: Sala 2020’an di êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hezar û 495 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê eşker kir ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê de di nava salekê de nêzî hezar û 500 kes hatine kuştin.

Navendê derbarê tevgera çeteyên DAIŞ`ê ya li Sûriyê raporek amade kir û diyar kir ku DAIŞ`ê di sala 2020`an de hebûna xwe li çolistana Sûriyê misoger kir
.
Li gorî rapora Navendê, DAIŞ’ê li beyara Sûriyê zêdetirî 780 leşkerên hêzên hikumeta Şamê ji wan 108 endamên hêzên girêdayî Îranê kuştin û 507 çete hatine kuştin.

Navendê bi bîr xist ku şaneyên DAIŞ`ê êrişên xwe yên li dijî bakur û rojhilatê sûriyê zêde kirin û di encama teqîn û kemînaê çeteyan li ser herêmê, 208 kes hatine kuştin.

Navendê eşker kir ku DAIŞ’ê tevgera xwe li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de zêde kiriye.

Back to top button