Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê: Bi sed hezaran kes beşdarî kampanya Haştagê bûn

Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê 8’ê Cotmehê ji bo Azadiya Rêber Apo kampanyayek hastaghê destpêkir.
Kampanya li ser Medya Dîjîtal rastî eleqeyeke mezin hat û bi sed hezaran kes beşdar bûn.
Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê têkildarî kampanyayê daxuyaniyek da.
Meclisê spasiya kesên ku piştgirî dan kampayayê kir û got, ev tenê destpêkeke, ew ê têkoşîn û xebatên xwe bidomînin.

Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê têkildarî kampanyaya hashtaga #FreedomForOcalanNow, ku di navbera 8-10’ê Cotmehê de pêk anî daxuyanî da.

Meclisê destnîşan kir ku bi sedhezaran kes beşdarî kampanyê bûn û hashtaga #FreedomForOcalanNow li ser hesabê xwe parve kirin.

Meclisa Medya Dîjîtal di daxuyaniya xwe de van yekan tîne ziman:

“Weke Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê kampanya bi durişma ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Niha’ ku bi hashtaga #FreedomForOcalanNow me dayî destpêkirin, di sê rojan de weke pêlekê xwe gihand girseyek mezin a cihanê.

Kampanya ku di heman demê de li 30 welatan hate destpêkirin, di platformên medya dîjîtal yên weke Facebook, Instagram û Twitter’ê de bi milyonan kes beşdar bûn.

Akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar, sendîkevan, parêzvanên mafên mirovan, parlamenter, partiyên siyasî û nûnerên ji beşên civakê yên cûda ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan beşdar bûn..

Cara yekem e, ewqas kes ji deverên cûda yên cîhanê, ji gelên cuda, zimanên cuda, bawerî û beşên civakên cuda ji bo armancekê di medya dijîtal de tên gel hev. Pir zelale ku mîmarê vê serkeftinê Birêz Abdullah Ocalan e ku bûye xuliqkarê pêla azadiyê .

Meclisa Medya Dîjîtal: Li ser Twiterê 507 hezar parvekirin hebûn

Di serî de li Tirkiyeyê û li gelek welatên din yên cîhanê bi zanabûn, daxwaza Azadiya birêz Ocalan asteng kirin

Ji bo pêşiyê bigrin, hesabên bi hezaran şopîneran hate girtin, lê dîsa jî li ser platforma Twitterê 507.300 parvekirin hatin kirin, li ser Instagram û Facebookê jî bi milyonan kesî hashtaga me parve kir.

Meclisa Medya Dîjîtal: Ev tenê dest pêk bû û em ê dewam bin

Weke Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistan, em hemû aktîvîst û dostên di medya dijîtal de bi hestiyariyeke mezin piştgirî dane kampanya me silav dikin. Ev kampanya me ji bo azadiya birêz Ocalan dayî destpêkirin, tenê destpêkeke. Heta deriyên girtîgeha Îmraliyê vedibin û birêz Ocalan bi awayek fîzîkî azad dibe, wê xebatên me bidomin.

Back to top button