KJK: Berxwedana Bêrîtan a dijî dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê girîng e

Koordînasyona KJK’ê û Koordînasyona PAJK’ê Şehîd Bêrîtan di salvegera 30’emîn a şehadeta wê de bi bîr anîn. KJK’ê û PAJK’ê diyar kirin ku şehîd Bêrîtan rêya ber bi azadiyê ve nîşan da û bang li hemû jinan kirin li er vê rêyê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin.

Koordînasyona KJK’ê ji bo salvegera 30’emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyek weşand.

KJK’ê da zanîn ku ew fermandara xwe ya pêşeng şehîd Bêrîtan di sala 30’î ya şehadeta wê de bi hezkirin, bi rêz û minet bi bîr tînin.

Di dewama daxuyaniyê de KJK’ê got:

Eger sedsala 21’ê bûye sedsala jinê, berxwedana bi wate û bi biryar a hevrê Şehîd Bêrîtan a li dijî faşîzma dewleta Tirk û rastiya PDK’ê ya xayin, xwedî cihekî girîng e.

Rêber Apo wateyeke mezin da lehengiya jinê û rûmeta berxwedanê ya mezin a ku di şexsê hevala Bêrîtan de afirî û ji bo ev lehengî veguhere destketiyeke dîrokî û mayinde biryara avakirina artêşbûna jinê da.
Vaye di sala 30’emîn de hêza me ya gerîla ya YJA Starê li ser rêyke welê dimeşe ku vê mîrateya mezin tacîdar dike.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku serhildanên li Rojhilat û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heqîqeteke ji rêya Şehîd Bêrîtan a li ser bingeha artêşbûnê ye.

Yên ku îro li hemberî çekên kîmyewî û taktîk nukleer ên dijmin heta nefesa dawî şer dike, berhema Şehîd Bêrîtan e.

KJK: Em ê li ser bingeha bersivdayineke xurt têkoşînê mezin bikin

KJK’ê çalakiyên YJA Starê silav kir û anî ziman ku bi biryar in, li gorî vê têkoşîna bi rûmet a gerîlayên wan yên YJA Starê li ser bingeha bersivdayineke xurt têkoşînê mezintir bikin.

PAJK: Çalakiya Bêrîtan yek ji qonaxa sereke û girîng e

Koordînasyona PAJK’ê di salvegera 30’emîn a şehadeta Bêrîtan de ew bi bîr anî.

PAJK’ê got, Bêrîtan dîroka me, duh, îro û sibeha me ye.

Gelê ku nikaribe hebûna xwe biparêze wê nikaribe azad bibe

Di daxuyaniyê de PAJK’ê wiha anî ziman:

Yek ji qonaxa sereke û girîng a têkoşîna me ya azadiyê çalakî û şehadeta bi heybet a heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. Li hemberî PDK’ê ya îxanetkkar û teslîmiyetkar wê got ‘Bijî Serok Apo’ û çalakiya xwe pêk anî, wê bîrbûna azadbûnê di lûtkeyê de jiya.

PAJK’ê da zanîn ku çalakiya hevla Bêrîtan çalakiyeke dîrokî ye ku rûyê rast ê PDK’ê derdixîne holê.

Îro li çiyayên Kurdistanê jinên Kurd rûpelên zêrîn ên romana azadiyê ya ku Bêrîtan dixwest binivîse, bi berxwedana xwe dinivîsin.

Em weke PAJK soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê li ser xeta Bêrîtanê bidin meşadnin û ber bi serfiraziyê ve biçin.

Back to top button