Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ên li dijî rejimê bê navber dewam dikin. Di roja 39’an de li gelek bajaran gel bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” careke li qadan bûn.
Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ên bi pêşengiya jinan di roja 39’an de didome.
Hêzên rejîma Îranê jî bi tundî êrişî gel dikin.
Tevî hemû zext û êrişan jî gel li qadan li ber xwe didin.
Duh bi şev careke din li bajarê Urmiye, Sine, Serdeşt, Mahabad û gelek deverên din ê Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejimê gel daketin qadan.
Di heman demê de li bajarên Tehran, Bender Ebas, Zahîdan û gelek deverên din ên Îranê jî gel li dijî rajîma Îranê di nav çalakiyan de bûn.
Li aliyê din îro li gelek zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwendekar ketin grevê û xwepêşandan lidarxistin.
Li Qumê ciwanan tevlîbûna dersan pirotesto kirin û bênavber dirûşmeyên “Bimre dîktator” berzkirin.
Her wiha li gelek deverên din bi dirûşma “Azadî” li dijî rejimê hatin lidarxistin.
Li hin deveran jî di navbera xwandekar û besîcan de şer hebû.
Li aliyê din hebûna rêveberê rejîma Îranê û nûçegîhanên wan di nav zanîngehê de rastî nerazîbûneke mezin a xwandekaran hat.
Piştî vê nerazîbûnê rêveberên rejîmê nekarî pêşî li hêrsa xwandekaran bigrin û zanîngeh terikandin.