”Êrîşên li ser Şengal û Kurdistanê di çarçoveya yek planê de ne”

Hevserokê Meclisa Gel a Meclisa Borik a Şengalê Bapîr Murad êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Êzîdxan û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Bapîr Murad diyar kir ku êrîşên li ser Şengal û tevahiya Kurdistanê tên kirin, di çarçoveya yek planê de ne û got:

“Dewleta Tirk rojane li pêş çavên cîhanê Şengalê bombebaran dike.

Saziyên Mafên Mirovan jî li hember van kirinan bêdeng e.

Mixabin, ev bêdegî; xizmeta planên Tirkiyê dike.”

Endama Meclisa gundê Guhbel Dilo Berekat jî da xuyakirin ku ew ê careke din weke jin û ciwan li hemberî dijmin û dagirkeran serî netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.

25 Tebaxê balafirên biçek û bêmirov ên dewleta Tirk êrîşî gundê Behreya ya Xanesorê kiribû.

Back to top button