Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken diyar kir ku li dijî her şêweyên êrişan divê jin bi mafê xwe yê xweparastinê rabin û got,Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civaka azad e
Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken beşdarî bernameyeke qenala Medya Haberê bû û bersiv da pirsên Mûstafa Karaman.
Zerîn Rûken balkişande ser rapora CPT a li ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kir ku rapor tenê ji nirxandin û nişaneyan pêktê, ji bo wê rapor kême û got;
“Di rewşa heyî de nirxandina CPT girîng jî be, berpirsyariya wê saziyê ew e ku divê li gorî cidiyet û berpirsyariya xwe gavê biavêje. Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina Rojhilata Navîn e. Jinan li dijî tecrîdê têkoşîneke bêhempa meşandin û dimeşinin.
Em ê bi azadkirina Kurdistanê tola Leyla Agirî hilînin
Zerîn Rûken, endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) jî bi bîr anî û wiha nirxand:
“Êriş çi dibe bila bibe, me çiqasî bikujin jî jin wê ti carî dest ji sekna azadiyê, dest ji têkoşîna azadiyê bernedin.
Hevrê Leyla di nava her şert û mercî de têkoşîna azadiyê dimeşand. Şagirtek baş Rêber Apo bû. Şoreşgerek bû, milîtanek bû. Emê bi têkoşîn, çalakî, û rêxistinbûnê tola hevrê Leyla hilînin.
Destavêtin û êrişên dagikeriyê bi plan tên kirin
Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken bal kişand ser pêwendiya navbera êriş û destavêtina li dijî jinê û êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û got:
Êrişên li dijî jinan û çar parçeyên Kurdistanê tên kirin ji hev ne cuda ne. Destavêtin û kuştina jinan di çarçoveya konsepteke şerê taybet de tê meşandin. Ev êriş herî zêde li jin û gelê Kurd e. Êrişên destavêtin û kuştinê bi fermana serçete Suleyman Soylû destpêkir.
Jinên Kurd bi paradîgmaya Rêber Apo polîtîk bûne û xwe bi rêxistin kirine. Divê li dijî her bûyereke destavêtinê di serî de jin û ciwan bi giştî gelê Kurd sekna xweparastinê nîşan bidin.”
Li dijî qirkirina jinê dema parastina civaka azad e
Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken dawiyê de bang li tevahî jinan kir ku ji bo bicihanîna hesreta Leyla Agiriyan, ji bo afirandina jiyana azad têkoşînê mezin bikin.