Gelê Mexmûrê: Xwefiroşiya PDK’ê bi dawî nebûye

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî gelê Mexmûrê xiyaneta PDK’ê bi daxwiyaniyekê şermezar kirin .

Bi sedan şêniyên wargehê dev li daxwiyaniyê bûn ..

Li vir Berdevka Qada Perwerda Mexmûrê Mamosta Bêrivan Kaya axivî.

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de îxaneta PDK’ê ya li hemberî gelê Kurd bi bîrxist û wiha got:

“PDK bi nokeriya xwe ve hevkariyê li gel dewleta Tirk dike.

Di vir de jî diyar dibe ku xwefiroşiya PDK’ê bi dawî nebûye.

Ger hun dibêjin Em Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ne bi peyva Kurdistanê tenê jî ma be wê rojekê li we jî bizivire.

Em bi vê buyera bêbextan dil êşin wê gelê Kurd vê rûreşiya we ji bîr neke û wê tola van şehîdan ji we bê girtin.

Ji îro heta sed salê din ne gelê Kurd ne jî dîrok wê vê yekê ji bîr neke.”

Bêrîvan daiyê bang li PDK’ê kir ku êdî dest ji îxaneta xwe berde..

Back to top button