Şêniyên navçeya Til Birakê banga serhildanê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û got :
“Rêber Abdullah Ocalan rêberê çareserî û aştiyê ye.”
Welatiyê bi navê Ebdulhemîd Fatimê bal kişand ser armancên tecrîdê û got:
Tecrîd girêdan û hevgirtina gelan a li hemberî pergalên desthilatdar xurt kir.
Rêbertî di girtîgehê de yan li derve be jî azad e.
Armancên tecrîdê wê pêk neyên.”
Welatiyê bi navê Elî Leys jî got:
“Rêber Abdullah Ocalan rêberê çareserî û aştiye ye û girtîgeha Îmraliyê kir sembola azadiyê. ”
Leys banga rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Welatiya bi navê Ezra Hisên jî ji bo rakirina tecrîdê û banga serhildanê li gelên azadîxwaz kir.