Welatiyên Başûr: Eger Kurd yekîtiya xwe ava nekin wê tine bibin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser hemû Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk bi taybet berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û dixwaze tevahî dagir bike.
Rojane li nav gund û bajaran êrişî xelkê sivîl dike û qetil dike. Nerazîbûn û bangên ji bo rawestandina êrişan jî dewam dikin.
Welatiyên başûrê Kurdistanê jî derbarê êrîşên domdar a dagirkeriya Tirkiyê nêrînên xwe anîn ziman, balê kişandin li ser yekîtiya gelê Kurd.

Welatiyên navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Kurdistanê û êrişan de, ji Rojnews re axivîn.

Welatî Hawar Fetah anî ziman ku armanca dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê ye, diyar kir ku divê başûrê Kurdistanê, hêz û aliyên siyasî bi tundî bersiva dijmin bidin û bêdeng nemînin

Ezîz Şerîf balkişand li ser hevkariya bi dijmin re û destnîşan kir ku heya destê navxweyî nebe dijmin nikarîbû bi balafiran li Erbetê bide.

Her wiha Ako Mihemed jî bang li herkesî kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê û xiyaneta PDK’ê xwedî yek helwest bin .

Çavdêrên siyasî: metirsiyek mezin li ser gelê Kurd hene

Çavdêrê siyasî Ehmed Balîsanî heman awayî anî ziman ku rewşek xirab û giran li benda başûrê Kurdistanê ye û destnîşan kir ku ev yek li hemû parçeyên Kurdistanê metirsiyek mezin e.

Çavdêrê siyasî yê bi navê Hesen Mistefa jî da zanîn ku rewşek xirab li Herêma Kurdistanê heye, sedema vê jî nakokiya di navbera hêz û partiyên Kurdî deye.

“Divê Iraq û Başûrê Kurdistanê bersiva êrîşên Tirkiyê bidin”

Çavdêrê siyasî Şêrko Hemedemîn da zanîn ku li ser asta Hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê dijî êriş û bombebaranên dagirkeriya Tirkiyê bersivek nîne, divê bersivek were dayîn.

Hekîm Ebdulkerîm jî li ser heman mijarê destnîşan kir ku di rewşa niha de, yekîtiya netewî ya her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiyeke.

Pêşmergeyên Dêrîn: eEw destên xiyanetê werin birîn

Pêşmergeyê Dêrîn yê binavê Ehmed Mela behsa xiyaneta PDK’ê kir û got:

“Mixabin hinek kes li navxweyî de sîxuriyê ji bo dagirkeran dikin, hêvîdarîn ew destên xiyanetê werin birîn.

“Pêşmergeyek din yê dêrîn ê bi navê Kerîm Xalîd jî nerazîbûna xwe dijî êrişên dewleta Tirk anî ziman û got;

Dewleta Tirk her tim dijberiya Kurdan dike, herî dawî jî hêzên Dije Teror bûn hedef.”

Back to top button