Li Musilê di holek dawetê de şewat derket herî kêm 114 kesî jiyana xwe ji dest da

Duh bi şev li qezaya Hemdaniye ya ser bi parêzgeha (Musil) Nînovayê, di holek dawetê de şewat derket. Li gor agahiyên destpêkê herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî medya Iraqê duh bi şev li qezaya Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Nînova ya Iraqê, li holek dawetê şewat derketiye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku dema şewatê de îzdîhamek mezin çêbûye.

Di encama şewat û îzdihamê de bûk û zava jî di nav de piraniya wan jin û zarok herî kêm 114 kesî jiyana xwe ji dest daye zêdeyî 200 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan birîna gelek ji birîndaran girane.

Tê gotin dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir be.

Derbarê bûyerê de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Back to top button