Li Başûrê Kurdistanê boykota mamosteyan berdewam dike

Hejmarek zêde ya mamostayên bi peyman ên ser bi Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hene.
Mamostayên bi peyman bi salane daxwaza tayînkirina bi fermî ji hikûmetê dikin.
Hikûmet hem daxwaza mamostayan bi cih nayîne hem jî muçeyên wan di dema xwe de nade.
Mamostayên bi peyman diyar dikin ku heta hikûmet daxwaza wan bicih neyîne, wê boykota xwe berdewam bikin.

Hejmara mamostayên bi peyman ên ser bi Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê zêdetirî 35 hezar mamostane.

Bi giştî pereyê ku hikûmet dide van mamostayan di navbera 4 ta 5 milyar dînar de ye.

Lê nêzî 10 salin ev mamosta li qadanin û ji bo bi fermî werin tayînkirin di nava çalakiyan de ne.

Lê mîna her carê hikûmet guh nade daxwazên wan.

Hikumeta Başûrê Kurdistan guh nade daxwazên mamosteyan

Mamosteyên bi peyman Hawjîn Letîf hikûmeta başûr rexne kir û got:

“Mal û zarokên me hene, rewşa me gelek xirabe. Daxwaz ji hikûmetê dikin ku li rewşa mamostayên bi peyman bipirse.

Daxwazên me ne ewqas giranin ku nikaribe me tayîn bike. Bila li şûna muçexwerên bindîwaran me tayîn bike.”

Mamostayan daxwaza tayînkirina fermî dikin

Mamosta Hawjîn Letîf daxwaz ji hikûmetê kir ku êdî ji dûr ve li rewşa mamostayan nenêre û sozên xwe di pratîkê de bi cih bîne û wan bi fermî tayîn bike.

Mamosta Derya Heyder diyarkir hikûmraniya bi vî rengî nikare Başûrê Kurdistanê birêve bibe û ev nirxandin kir:

“Em li gundek dewam dikin ku ti berpirsek naxwaze wesayîta xwe bixe ser wê rêya dûr û nexweş.

Daxwaza me ne ewqas girane ku nikaribin bicih bînin. Em nasekinin heta ku hikûmet me tayîn dike.”

“Heya daxwaza me pêk were çalakiyên xwe bidomînin”

Mamosta Seher Omer jî destnîşan kir ku ger rewşa kesekî baş be, wê neyê ser cadeyan xwepêşandanê neke û ev tişt anîziman:

“Em daxwaza mafên xwe yên darayî nakin, tenê em daxwaz dikin ku bi fermî werîn tayînkirin. Em ê dest ji vê daxwaza xwe bernadin û heta pêkanîna daxwazên me wê çalakiyên me bidome.”

Hêjayê bibirîxistinêye ku ji ber polîtîkayên PDK’ê îro başûrê kurdistanê karmend taybet jî mamoste demeke dirêje nikarin mûçên xwe bigrin, krîza aborî li başûr her diçe kûrtir dibe.

Back to top button