Bijîşk û dermanfiroşên herêmê: Kiryarên PDK`ê asta xiyanetê jî derbas kir

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li Deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 18’an de dewam dike.
Îro jî, bi dehan kes û endamên saziyan beşdarî çalakiyê bûn.
Careke din bang li PDK’ê hate kirin ku cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike.

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Yekîtiya Bijîşkan Dr. Edan Hiso ve hat xwendin..

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Herêm di qonaxeke hesas re derbas dibe û gelên herêmê li dijî plan û êrişan berxwedana xwe didomînin.

Lê belê hin aliyên kurd, bi taybetî malbata Barzanî, li şûna ku li dijî dewleta Tirk a dagirker derkevin; şerê destkeftiyên gelê kurd dikin.

Em xiyaneta malbata Barzanî bi tundî şermezar dikin.

Her wiha em gerîlayên azadiyê, dîlgirtiyên azadiyê û Pêşmergeyên Dêrîn silav dikin.”

Back to top button